100 hezar geştiyaran serdana Keleha Zêrzevanê kirine
Diyarbekir (K24) – Li gorî daneyên Gerînendehiya Geştiyarî û Çandê ya Diyarbekir di 5 mehên pêşî yên îsal de 100 hezar geştiyaran serdana Keleha Zêrzevanê kirine û armanc ew e ku salane 1 milyon geştiyar serdana Zêrzevanê bikin.
Keleha Zêrzevanê ya dîroka wê heta 3 hezar salan diçe bi awayeke berdewam bala geştiyaran dikêşe ku di 5 mehên pêşî yên îsal de 100 hezar geştiyaran serdana keleha dîrokî kirine û tê pêşbînîkirin ku îsal hijmara serdêran bigihîje 500 hezaran.
Niha jî li Keleha Zêrzevanê Navenda Geştiyaran tê avakirin ku pêşwaziya geştiyaran were kirin û piştî vê yekê jî armanc ew e ku salane 1 milyon geştiyar berê xwe bidin Keleha Zêrzevanê û niha rojane navbera 20-25 otobusên geştiyaran serdana kelehê dikin.
Keleha Zêrzevanê di Lîsteya Demkî Ya Mîrateya Çandî Ya Unescoyê de cih digire û li gel Perestgeha Mîtras bala hemu cîhanê dikêşe û heta amadekarî tên kirin ku kompaniyên Netflîx û Hollywoodê jî li vê navenda dîrokî fîlman bikêşin.