Îbrahîm Kalin bû Serokê Îstixbarata Tirkiyê
Serokomarê Tirkiyê fermana erkdarkirina Îbrahîm Kalin ji bo postê Serokatiya Teşkîlata Îstixbaratê ya Tirkiyê (MÎT) îmze kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê fermana erkdarkirina Îbrahîm Kalin ji bo postê Serokatiya Teşkîlata Îstixbaratê ya Tirkiyê (MÎT) îmze kir.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, berdevkê berê yê Serokomariyê Îbrahîm Kalin weke serokê MÎTê erkdar kiriye.
Recep Tayyip Erdogan roja Şemiyê kabîneya nû eşkere kiribû. Di kabîneya nû de Rêveberê MÎTê Hakan Fîdan weke Wezîrê Derve hatibû destnîşankirin.
Di daxuyaniya Serokomariya Tirkiyê de wiha hatiye gotin: “Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan ji bo Serokatiya Teşkîlata Îstixbaratê Birêz Îbrahîm Kalin erkdar kir."