Geştiyar bi rêjeyeke mezin berê xwe didin Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekira ku yek ji navendên geştiyariyê ye, beriya Cejna Qurbanê rêjeya tijebûna otelan gihiştiye %70. Tê pêşbînîkirin ku di cejnê de gelek geştiyar berê xwe bidin Diyarbekir û ev rêje zêdetir bibe.

Li Diyarbekirê qada geştiyariyê hêdî hêdî ser xwe ve tê û her ku diçe zêdetir geştiyar berê xwe didin Diyarbekir.

Li gorî daneyên Yekîtiya Kompaniyên Geştiyariyê ya Tirkiyeyê TURSABê beriya Cejan Qurbanê li Diyarbekirê rêjeya tijebûna otelan gihiştiye %70. Tê pêşbînîkirin ku di Cejan Qurbanê de gelek geştiyar berê xwe bidin Diyarbekir û asta tijebûna otelan bigihe %100.

Rêjeya tijebûna otelan beriya hilbijartinan li Tirkiyeyê navbera %10-20î de bû û dihat pêşbînîkirin ku piştî hilbijartina tevger dest pê bike û ev ew tevger jî dest pê kiriye.

Li gorî daneyên TURSABê Otelên Diyarbekir dikarin mazûvaniya 7 hezar geştiyaran bikin û di salên dawîn de nîqaş li ser zêdekirina otelan tên kirin ku di dem û rojên teybet de hijmara otelan têra geştiyaran nakin.