Li Tirkiyê di nava 2012-2022 de 616 zarokên karker canê xwe ji dest dane
Diyarbekir (K24) – Komîsyona Zarokan a Baroya Diyarbekirê di 12ê Hezîranê Roja Pêşîlêgirtina Karkeriya Zarokan de civînek çapemeniyê li dar xist. Di civînê de bak hate kêşan ku hîn jî bi milyonan zarok tê şixulandin û ji ber erdhejê jî 4 milyon zarok bibandor bûne.
Baroya Diyarbekir bi boneya 12ê Hezîranê Roja Pêşîlêgirtina Karkeriya Zarokan daxuyaniyek da çapemeniyê.
Daxuyanî ji aliyê Endama Navenda Mafên Zarokan a Baroya Diyarbekir Nupelda Eren ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku di cîhanê de bi milyonan zarokên ku têne şixulandin hene û li gorî daneyên UNÎCEFê di erdhejên 6ê Sibatê de 4 milyon zarok bibandor bûn û ji wan jî 2 milyon zarok ji perwerdeyê dûr ketin û ev yek bu sedem ku zarok bikevin ber şixulandinê.
Di daxuyaniyê de bal hate kêşan ku zarokên karker di nava şert û mercên bê parastin, bin metirsiya destdirêjiyê de, ji jiyana perwerdeyê dûr dijîn û ji ber neyîna ewlekariya kar jî an birîndar dibin an jî jiyana xwe ji dest didin ku li gorî rapora Meclîsa Tendirustiya Karker û Ewlekariya Kar ÎSÎGê li Tirkiyeyê herî kêm 2 milyon zarokên karker hene û di mehên havînê de ev hejmar dibe 4 milyon jî.
Dîsa li gorî rapora Meclîsa Tendirustiya Karker û Ewlekariya Kar ÎSÎGê ya 20ê Mijdarê Roja Zarokan a Cîhanî de parve kirî di nava 10 salên dawîn de herî kêm 616 zarokên karker jiyana xwe ji dest dane.