Wezîrê Berevaniyê yê Swêdê bo K24: Tirkiye û Hungarya ne razî ne ku em bibin endamê NATOyê

"Hemû endamên NATOyê razî ne ku Swêd bibe endam, ji bilî Hungarya û Tirkiyê ku heta niha rêgir in li endambûna Swêdê li NATOyê."

Bruksel (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Swêdê ji Kurdistan24ê re ragihand, hemû endamên NATOyê razî ne ku Swêd bibe endam, ji bilî Hungarya û Tirkiyê ku heta niha rêgir in li endambûna Swêdê li NATOyê.

Roja duyem a civîna Wezîrên Berevaniyê yên NATOyê li Brukselê berdewam e û di daxuyaniyeke taybet de Wezîrê Berevaniyê yê Swêdê ji Kurdistan24ê re eşkere kir, ew ligel Wezîrê nû yê Berevaniyê yê Tirkiyê civiyane û Tirkiye daxwaz dike ku çalakiyên PKKê yên li Swêdê werin qedexekirin.

Îro Wezîrên Berevaniyê yên 31 welatên endam li baregehe sereke ya NATOyê ya li Brukselê dicivin û çendîn pirsên cîhanî gotûbêj dikin, bi taybetî pirçekkirina artêşa Ukraynayê li dijî hêzên Rûsyayê.

Di meha Hezîrana 2022an de rêkeftineke sêalî di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandayê de hat îmzekirin, di çarçoveya wê rêkeftinê de Tirkiyê ji Swêdê daxwaz kiriye ku hejmarek ji wan kesên bi tometa endambûna di rêzên PKK û Tevgera Fethullah Gulen de têne xwestin û li Swêdê niştecî ne, radestî Tirkiyê werin kirin.

Fly Erbil Advertisment