Ji bo projeyên li Hewlêrê zêdetirî 800 milyon dînar tê xerckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo projeyên Hewlêrê, 874 milyon û 202 hezar û 500 dînar hat xerckirin.

Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê îro 19ê Hezîrana 2023an di daxuyaniyekê de ragihand: “Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê biryar daye 874 milyon û 202 hezar û 500 dînar ji bo cîbicîkirina projeyên xizmetguzariyê li Hewlêrê xerc bike.”

Li gorî daxuyaniyê, ew pere %15 ê dahata Şaredariya Hewlêrê ye û bi mebesta cibicîkirina projeyên xizmetguzariyê li gorî rênimayiyên darayî tê xerckirin.