Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî tekezî li ser şandina mûçeyan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê li Bexdayê civiyan; her du aliyan tekezî li ser mîsogerkirina mûçeyên karmendan, pejirandina yasaya petrol û gazê û bilindkirina asta berhemanîna petrolê kirin, her wiha êrîşa li ser kêlgeha gaza Kormorê jî bi tundî şermezar kirin.

Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî îro 9ê Mijdara 2026an, li Bexdayê pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda pê re kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê, di hevdîtinê de Elî Zeydî tekezî li ser xwesteka hikûmeta federal a ji bo pêkanîna dadweriyê û misogerkirina mafên destûrî yên welatî û saziyên Herêma Kurdistanê kiriye. Her wiha amaje bi planên hikûmetê yên ji bo bilindkirina berhemanîna petrolê kiriye, ku tê armanckirin di sala 2030an de bighêje 7 milyon bermîl û di sala 2032an de jî bighêje 10 milyon bermîl di rojê de. Ev plan berhema kêlgehên Herêma Kurdistanê jî li xwe digire û dê bibe sedema geşbûna aboriya tevahiya welêt.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her du alî li ser danîna mekanîzmayeke guncaw ji bo çareserkirina kêşeyan li gorî destûr û yasayan li hev kirine. Di heman demê de, her du serokwezîran êrîşa li ser kêlgeha gaza Kormorê bi tundî şermezar kirin û daxwaz kirin ku binesazî û dezgehên enerjiyê bên parastin û rê li ber van cure êrîşan bê girtin.

Ofîsa Zeydî diyar kir ku di civînê de çend pirsên girîng hatine gotûbêjkirin, ji wan awayê birêvebirina kêlgehên petrolê li gorî destûrê û birêxistinkirina dahatên petrolê û yên nepetrolî di navbera wezaretên darayî yên her du hikûmetan de.

Di beşeke din a hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser berdewamiya xerckirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê kirin, hevseng ligel karmendên Iraqê. Her wiha behsa para Herêma Kurdistanê di bûdçeya sala 2027an de û lezkirina di pejirandina yasaya petrol û gazê de hat kirin, ji bo çareserkirina kêşeyên hinardekirinê û birêvebirina samana enerjiyê.

Di dawiyê de, Mesrûr Barzanî û Elî Falih Zeydî hevnêrîn bûn ku hevahengiyên dualî bidomin û diyalog bibe bingeha çareserkirina hemû dosyayên mayî, da ku xizmeta berjewendiyên giştî yên hemû pêkhateyên Iraqê bê kirin.