Şanda Amerîkî: Em piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge didomînin
Cîgira Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Fermandarê Giştî ya Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê, piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge dubare kirin.
Hewlêr (K24) – Cîgira Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Fermandarê Giştî ya Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê, piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge dubare kirin.
Îro Çarşemê 21ê Hezîrana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Amerîkî kir bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Dana Stroul.
Di civînê de ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Matthew McFarlane amade bû, Cîgira Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê, silav û rêzên Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re gihand û piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge dubare kir.
Mijara sereke ya civînê, gotûbêjkirina li ser pêşveçûnên çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û pêngav û rêkarên cîbicîkirina yadaşta hevtêgihiştina navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bû.
Li ser vê mijarê, Cîgira Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê destnîşan kir ku Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî, berdewam dibin di piştgirîkirina hêzên Pêşmerge de ji bo rûbirûbûna gefên terorê, bi taybetî DAIŞê, ji bo dilniyabûna ji dubare bihêznebûna wê rêxistina terorê.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê bo piştgiriyên Amerîkayê nîşan da û xwasta Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşvebirina pêwendiyên herdu aliyan ligel Amerîkayê dubare kir.
Rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê û bidawîanîna pêla dagirkirina zeviyê cotkarên Kurd û Tirkmen li sînorê Kerkûkê, beşeke din a civînê bû.


