Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Nûrî Malikî civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de gihîşt mala Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê û civîna di navbera wan de hat destpêkirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşem, 09ê Mijdara 2026ê, di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de gihîşt mala Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî û civîna di navbera wan de hat destpêkirin.
Hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Nûrî Malikî piştî temambûna civîna wî ya ligel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî hat, ku behsa pişka Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya Îraqê de û çend pirsên din ên girîng pê re kir.
Biryar e her îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Bexdayê ligel hejmareke din jî ya serkirdeyên partiyên siyasî bicive.