Numan: Lijneya lêkolîna êrîşa li ser Kormorê dest bi karê xwe kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê ragihand ku lijneya ewlehiyê bi hevahengî ligel berpirsên Herêma Kurdistanê dest bi lêkolîna êrîşa li ser Zeviya Kormorê kiriye.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan ji malpera Kurdistan24ê re ragihand: "Ew lijneya ewlehiyê, ya ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ji bo lêkolîna êrîşa li ser Zeviya Kormorê pêk anîbû, îro Duşem, 09ê Mijdara 2026ê, dest bi karên xwe kir."
Sebah Numan amaje bi wê yekê jî da ku ew lijneya ewlehiyê bi hevahengî ligel berpirsên ewlehiyê li Herêma Kurdistanê bi hûrgilî lêkolînê li ser wê rûdanê dike û paşê encam dê radestî aliyên peywendîdar bên kirin.
Duhî Yekşem, 8ê Mijdara 2026ê, êrîşeke din a dronî li ser Zeviya Kormorê ya Gazê li nahyeya Qadirkeremê ya girêdayî qezaya Çemçemalê hat kirin. Di encama wê êrîşê de ku pişka "zeviya kevn" û taybet bo berhemanîna gaza malan (LPG) hatibû armancgirtin, şewateka mezin di nav wê zeviyê de çê bû û zirareka zêde ya madî gihîşt wê; lê ji ber lêdana zengila hişyariyê berî wê êrîşê û çûna karkeran bo penagehan, ti zirarên canî çê nebûn, her çend berhemanîna gazê bi temamî hat rawestandin.
Zeviya Kormorê ya Gazê ku ji sala 2007ê ve ji aliyê kompaniya Dana Gasê ve veberhênanê dike û ji sala 2008ê ve ketiye nav pişka berhemanînê, çavkaniya sereke ya dabînkirina sotemeniyê ye bo santralên elektrîkê. Ev zeviya ku zêdetirî 1 trîlyon û 800 milyar pêyên sêca yên gaza xwezayî tê de heye, nêzî %67 ji elektrîka Herêma Kurdistanê (nêzîkî 3,700 megawatan) dabîn dike û bi riya lûleyan gazê bo westgehên Hewlêr û Çemçemalê dişîne.
Piştî van rûdanan û ji bo lêkolînkirina hûrgiliyên vê êrîşa tawankarî, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî îro Duşem, 9ê Mijdara 2026ê, piştî hevahengî û hevkariya ligel aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê, biryara pêkanîna lijneyeke lêkolînê ya hevpar da, daku sedem û bikerên vê destdirêjiyê eşkere bikin.