Li Parîsê teqîn: 16 kes birîndar bûn

Li Parîsê di avahiyekê de teqînekê rû da û 16 kes birîndar bûn, ku li gor medyaya Fransayê, rewşa tendirustiya 7 kesan nebaş e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Parîsê di avahiyekê de teqînekê rû da û 16 kes birîndar bûn, ku li gor medyaya Fransayê, rewşa tendirustiya 7 kesan nebaş e.

Êvara Çarşemê 21ê Hezîrana 2023an, teqîneke bihêz li avahiyeke navçeya Pênc a Parîsê rû da, ku li gor zanyariyên destpêkê yên rayedarên bajêr, teqîn ji ber sîstema gazê ya wê avahiyê bûye.

Ajansên nûçeyan dîmenên piştî bûyerê belav kirine ku ziyaneke mezin li avahiyê ketiye û agir û dûmaneke mezin bilind dibe ku ew avahî navendeke akademî ye ser bi sîstema xwendina Katolîkiyê li Parîsê.

Medyaya Fransayê eşkere dikin ku piştî bûyerê bêhna gazê li navçeyê belav bûye û gumana wê yekê dikin ku teqîn ji ber gazê bûye.