Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê kargeha çîmento ya Dabîn danî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Hezîrana 2023an kevirê bingehîn ê Kompanyaya Çîmento ya Dabîn li parêzgeha Hewlêrê danî.

Ev kargeha çîmentoyê 45 kîlometran li bakurê Hewlêrê tê avakirin û dê bibe navenda herî nûjen a berhemanîna çîmentoyê li Herêma Kurdistanê.

Kargeh dê li ser rûberek ji 43 hektar erd bê avakirin û karîna wê ya berhemanînê ya rojane zêdetirî 6 hezar ton çîmento û salê du milyon ton çîmento be.

Kevirê ku çîmento jê tê hilberandin, ku wekî kevirê kilsî (limestone) tê zanîn, cihê wê jî bi qasî kîlometreyek dûrî kargehê ye bi qasî 150 mîlyon ton yedeka wî kevirî heye, ku piştrast dike ev kargeh bikare 50 salan kar bike.

Di kargehê de çar siloyên hilanîna çîmentoyê yên bi tîreya 18 metre û bilindahiya 56 metre ne, ku ji hev cuda çîmentoya Portland û çîmentoya Semptu ya asayî depo dikin. Her sîloyek jî karîna wê ya hilgirtina 10 hezar ton çîmento heye.