Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Krîstiyanên Kurdistan û Iraqê kir

Ji ber koça dawî ya Serokê berê yê Esaqîfeyê Îbarşiyeyê Kildanî yê Hewlêrê rehmetî Metran Mar Cak Îshaq peyameke sersaxiyê arasteyî Krîstiyanên Kurdistanê û Iraqê kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawî ya Serokê berê yê Esaqîfeyê Îbarşiyeyê Kildanî yê Hewlêrê rehmetî Metran Mar Cak Îshaq peyameke sersaxiyê arasteyî Krîstiyanên Kurdistanê û Iraqê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez sersaxiyê li Patriyarkê Dêra Kildanî Mar Luîs Sako û Serokê Îbarşiyeyê Hewlêrê Birêz Metran Mar Beşar Werda û Krîstiyanên Kurdistan û Iraqê û malbata cenabê wî dikim û hevxemê wan im.”

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Mixabin agahiya koça dawî ya kesayetê naskirî yê Kildanî û Serokê berê yê Esaqîfeyê Îbarşiyeyê Kildanî yê Hewlêrê rehmetî Metran Mar Cak Îshaq bihîst.

Ez sersaxiyê li Patriyarkê Dêra Kildanî Mar Luîs Sako û Serokê Îbarşiyeyê Hewlêrê Birêz Metran Mar Beşar Werda û Krîstiyanên Kurdistan û Iraqê û malbata cenabê wî dikim û hevxemê wan im.

Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û aramî û dilnewayî bide her kesî.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê