Serokwezîr Mesrûr Barzanî kevirê bingehê yê Bendava Bestore datîne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê bingehê yê Bendava Bestore ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê datîne.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê bingehê yê Bendava Bestore li sînorê parêzgeha Hewlêrê datîne.

Îro Şemiyê 24ê Hezîrana 2023an di saet 14:30 xulekan de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê bingehê yê Bendava Bestore ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê datîne.

Roja Duşemê 20ê Îlona 2021ê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî li ser dirustkirina Bendava Bestore ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê nîşan dabû, ku lêçûna projeyê li ser budceya veberhênana Wezareta Çandiniyê tê xerckirin.

Dirustkirina Bendava Bestore di çarçoveya planên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê de ye, ku dirustkirina çendîn bendavên din ên mezin û biçûk li xwe digre.