Salane nêzîkî 4 hezar ton birinc li Germiyanê tê berhemanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku ji ber kêmbûna avê du salan rê li ber çandina birinc li devera Germiyanê hat girtin, îsal careke din rê hat dayîn ku birinc li wê deverê bê çandin.

Cotkarê bi navê Zana ji K24ê re ragihand, “salên borî ji ber kêmbûna avê rê li me hatibû girtin ku birincê biçînin, lê sal ji ber baranê dîsa destûr hat dayîn ku em birinc biçînin.”

Got jî: “Berhema îsal li gorî salên borî ne zêde ye, salên borî berhema me nêzîkî 20 heta 30 ton bibinc bû, lê îsal bo sê ton birinc kêm bûye.”

Li gorî berhemên din ên çandiniyê, çandin û berhemanîna birinc gelek dem û ked pê divê, lê cotkar xema bazarkirin û firotina berhemên xwe naxwin, ji ber ku daxwazeke zêde li ser birincê wan heye û bihayê wê jî bi dilê cotkaran e.

Cotkarên gundê Bekireşelî yê ser bi Germiyanê ve bi dehan salan e tovên birincên xwe diparêzin û ji ber wê jî daxwazek mezin ji birincê xwe re çêkirine û bi hêsanî di bazarê de difiroşin.

Zêdetirî 100 cotkarên Germiyanê salane 2800 donim erd bi birincê diçînin û berhema wan jî digihêje nêzîkî 4 hezar ton birinc.