Îsal 5 hezar donim zebeş li Barderaşê hatine çandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Îsal cotkarên navçeya Berdereşê li ser rûberek 5 hezar donim zebeş çandin. Tê pêşbînîkirin ku berhemanîna wê bigihêje 7 hezar ton, zebeşên Berdereş niha ji bo bazarên naverast û başûrê Iraqê tên hinardekirin.
Cotkarê ji Berderêşê Erdan Ijêl ku îsal zêdetirî 40 donim zebeş çandiye got: “Îsal zebeş gelek hatiye çandin, lê ev yek bandorê li ser bihayê dike, ji ber ku zebeş di heman demê de digihîje û meriv nikare berhevkirin û firotinê paşde bixe.”
Cotkarê wê herêmê Mihemed Ebdullah jî diyar kir ku îsal ji ber rewşa keşûhewayê, berhemanîna zebeşan wekî salên berê ne baş e.”
Şamsula Yasîn bazirganekî zebeşan dibêje: “Sedema daketina nirxê zebeşan îsal ew e ku ji ber guherîna keşûhewayê berhema îsal li Kurdistanê û navçeyên din ên Iraqê di heman demê de gihîştiye”.