Ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê 8 proje li Hewlêrê tên cîbicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê di werza havînê de, 8 projeyên avê yên ku dê li Hewlêrê bên cîbicîkirin, pesend kirin.

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw îro di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, civîna îro ya rêveberî û ofîsên pêwendîdar ên Hewlêrê, ji bo cîbicîkirina planekê derbarê pirsgirêka avê di werza havînê de bû ku her sal di havînê de ev pirsgirêk derdikeve holê, nemaze ji ber hişkesaliya çend salên borî, bandora wê heta niha berdewam e.

Parêzgarê Hewlêrê got: “Li gorî nirxandinan, îsal jî hişkesalî heye, baran ku bariye ji bo çandiniyê baş bûye ku îsal 250 mm baran li Hewlêrê bariye. Lê ji bo ava bin erdê kêm e.”

Got jî: “Di heyama çend mehên borî de wek amadekarî, çendîn pêşniyar ji alîyên dezgehên peywendîdar ve hatin amade kirin û pêşkêşî Encûmena Wezîran hatin kirin, bi sipasî hemû ew proje pesend kirin, ku 8 piroje bi bihayê 20 milyar dînar in.”

Omîd Xoşnaw amaje bi wê yekê jî kir, ku di civîna îro de ji bo cîbicîkirina projeyên berê bû û çend biryar hatin standin, weke kêmkirina rûtîn di nav rêveberî û ofîsan de ji bo ku ev proje di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de werin cîbicîkirin ku di nav wan projeyan de kolandin û nûjenkirina bîran jî hene.

Parêzgarê Hewlêrê got: “Plana me ji bo rûbirûbûna hişkesaliyê di werza Havînê de heye, me çend projeyên stratîjîk di dema borî de cîbicî kirine, ku hinek ji wan di warê cîbicîkirinê de ne.”

Got: Karê bendera Komespan ji sedî 60 temam bûye û bendera Bestore jî dê di nava salekê de biqede. Niha di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de gotûbêj ji bo van cibicîkirina projeyan hene, em hêvîdar in di demek nêzîk de ew plana ku hikûmeta Herêma Kurdistanê daniye, bikevin warê cîbicîkirinê.