Kemal Kerkûkî: Em ligel wê yekê ne ku Kurd bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên encûmenên parêzgehan bibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerên partiyên siyasî yên Kerkûkê îro li baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê civiyan û rewşa niha ya Kerkûkê û hilbijartinên dahatî yên encûmenên parêzgehan gotûbêj kirin.

Berpirsê Buroya Rêxistina PDKê li Kerkûk-Germyanê Kemal Kerkûkî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, di civînê de behsa rewşa niha ya Kerkûkê hate kirin û di vê derbarê de aliyan nêrînên xwe yên li ser vê mijarê dan, yek ji mijarên sereke yên civînê jî hilbijartinên encûmenên parêzgehên Îraqê bû.

Her wiha got: “Em hemû li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku Kerkûk di bin destê parêzgarekî şovenîst de xweperandî de ye, divê ew û gendeliya wî ji tevahiya Kerkûkê re were eşkerekirin û ji wê postê were dûrxistin.

Kemal Kerkûkî got jî: “Pêwîst e Kurd bi moraleke bilind beşdarî hilbijartinên dahatî yên encûmenên parêzgehan bibin û bizanin kî ne ew kesên ku berevaniya mafên gelê Kurd dikin û dengê xwe didin wan.”

Her wiha got: “Rewşa Kerkûkê xirabe û hemû pêkhateyên resen ên bajêr di bin zulmê de ne. Em hemû hewl didin rewşa bajêr asayî bikin. Em ê bi serbilind vegerin û ala Kurdistanê li Kerkûkê bilind bikin û rewş dê asayî bibe.”

Kemal Kerkûkî wiha got: “Kerkûk bajarekî dagîrkirî ye û sedema wê jî xiyanetkarên 16ê Cotmehê ye. Ji bilî xiyanetkarên 16ê Cotmehê, em amade ne ligel her aliyekî beşdarî hilbijartinên pêş de bibin.”

Berpirsê Buroya Rêxistina PDKê li Kerkûk-Germyanê got, aliyên beşdar di civînê de bi dil û can tekezî li ser wê yekê kirin ku dê bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên encûmenên parêzgehan bibin.

 

Fly Erbil Advertisment