Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Cejna we pîroz be û Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyamek belav kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyamek belav kir û ragihand: “Bi hêviya ku ev cejn bibe mayeya tebayî û lêborîn û xêr û xweşiyê û pêşketina zêdetir a niştimana me û desteberbûna aştî û seqamgîriyê li navçe û cîhanê bi giştî.”

Roja 27ê Hezîrana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de ragihand: “Bi boneya Cejna Qurbanê, ez germtirîn pîrozbahiyê arasteyî Misilmanên Herêma Kurdistanê û Iraqê û cîhanê dikim, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman û hêzên asayişa navxwe û kesûkar û malbatên serbilind ên şehîdan û enfalkiriyan.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez hêvîdar im di hewayeke aram û şadiyê de rojên cejnê û betlaneyê derbas bikin.”

Herwiha hêviya xwe anî ziman ku “ev cejn bibe mayeya tebayî û lêborîn û xêr û xweşiyê û pêşketina zêdetir a niştimana me û desteberbûna aştî û seqamgîriyê li navçe û cîhanê bi giştî”.

Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Bi boneya Cejna Qurbanê, ez germtirîn pîrozbahiyê arasteyî Misilmanên Herêma Kurdistanê û Iraqê û cîhanê dikim, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman û hêzên asayişa navxwe û kesûkar û malbatên serbilind ên şehîdan û enfalkiriyan. Ez hêvîdar im di hewayeke aram û şadiyê de rojên cejnê û betlaneyê derbas bikin.

Bi hêviya ku ev cejn bibe mayeya tebayî û lêborîn û xêr û xweşiyê û pêşketina zêdetir a niştimana me û desteberbûna aştî û seqamgîriyê li navçe û cîhanê bi giştî.

Cejna we pîroz be û Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

27/6/2023