Li Diyarbekirê welatî ji bihayê bilêtên otobusan nerazî ne

Li Diyarbekirê beriya cejna Qurbanê di Otogara Şaredariya Bajarê mezin de hatûçûneke zêde heye ku welatî ji zêdebûna bihayên biletan bi gilî ne.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê beriya cejna Qurbanê di Otogara Şaredariya Bajarê mezin de hatûçûneke zêde heye ku welatî ji zêdebûna bihayên biletan bi gilî ne. Xwediyên kompaniyan jî ji bihayê mazotê bi gilî ne.

Welatiyên ji bo ku dixwazin Cejna Qurbanê li gel heskiriyên xwe derbas bikin berê xwe didin otogaran ku di gelek otogaran de di otobêsan de cih nemaye û seferên otobêsan hatine zêdekirin.

Her çiqas di otogaran de qerebalixek zêde hebe jî xwediyên kompaniyên veguhestinê balê dikêşin ku welatî ji bihayên bilêtan bi gilî ne û car caran jî eger rêwiyên rewşa wan a darayî xirap be ku nekarin bilet bistînin werin otogarê bo wan hinek erzaniyê jî dikin. Xebatkarên veguhestinê didin zanîn ku ew neçar in bihayan zêde bikin.

Xebatkarek dibêje: “Mazot biha dibe û ji neçarî em jî bihayê bilêtan zêde dikin. Wisa nebe lêçûn têra nake.”

Herwiha xebatkarekî din jî diyar dike: “Di Cejna Remezanê de Stenbol û Enqere 300-400 bû lê nija bûye 500-600 heta 700î jî diçe. Em neçar in bihayan zêde bikin.”

Li Otogara Diyarbekir pêşwazîkirina rêwiyan ji oxirkirina rêwiyan zêdetir e ku bi pirranî welatiyên metrepolan dijîn berê xwe didin malbatên xwe lê yên diçin jî û yên tên jî ji bihayên otobêsan bi gilî ne û dibêjin eger wisa bidome dê hatçoya rojên taybet de jî kêm bibe.

Welatiyek diyar dike: “Keça min ji Îzmîrê tê, hatime pêşwaziya wê, min bo wê bilet stand, bi 800 lîreyî. Gelek biha ye.”

Herwiha welatiyek jî dibêje: “Ezê biçim Rihayê, ji bo cejnê diçim cem malbata xwe.”

Di pêvajoyên cejnê de hatçoyek zêde nav bajaran çêdibe ku ev yek metirsiya rudana qezayan zêde dike û pispor bang dikin ku ajokar bi baldarî peywira xwe bînin cih.