Li çend navçeyên Şirnexê wekî herêma ewlekariyê hate ragihandin

Şirnex
Şirnex

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Şirnexê, li dorûbera gundên Çiyayê Cûdî, navçeya Besta û Feraşînê wekî herêma ewlekariyê ya taybet hate ragihandin.

Parêzgeha Şirnexê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, ji bo parastina nîzama civakî û asayîşa niştimanî û nehêlana bûyerên tûndûtîjiyê li dorûbera gundên Çiyayê Cûdî, navçeya Besta û Feraşînê heta 15 rojan wekî herêma ewlekariyê ya taybet hate ragihandin.

Diyar kir jî, dema qedexeyê dê ji 30ê Hezîranê destpê bike û heta 14ê Tirmehê berdewam bibe.

Parêzgeha Şirnexê daxwaz ji welatiyan kir ku ji bo parastina can û malê xwe bila serdana navçeyên ewle nekin.

 

Fly Erbil Advertisment