Kurdo Îhsan: Em li Duhokê zêdetir girîngiyê didin pîşesazî, çandinî û geştyariyê
Rêveberê Giştî yê Veberhênana Duhokê Kurdo Îhsan ragihand, di proseya veberhênanê de bala xwe dane ser sektorên pîşesazî, çandinî û geştyariyê, herwiha eşkere kir ku li Duhokê hejmarek projeyên nû di qonaxa temambûnê de ne.
Hewlêr (K24) – Rêveberê Giştî yê Veberhênana Duhokê Kurdo Îhsan ragihand, di proseya veberhênanê de bala xwe dane ser sektorên pîşesazî, çandinî û geştyariyê, herwiha eşkere kir ku li Duhokê hejmarek projeyên nû di qonaxa temambûnê de ne.
Kurdo Îhsan beşdarî bultena aborî ya Kurdistan24ê bû û ragihand, plan danîne ji bo hemû qeza û bajarokên ser bi parêzgeha Duhokê û profîla wan a veberhênanê dirust kirine, da ku bala veberhênerên navxwe û biyanî bikşînin ser wan sektorên ku dixwazin veberhênanê tê de bikin.
Rêveberê Giştî yê Veberhênana Duhokê diyar kir ku projeya malpera Invest Kurdistan projeyeke gelek girîng a veberhênanê ye, bi rêya wê malperê profîla veberhênana parêzgeha Duhokê belav kirine, da ku veberhênerên biyanî û navxwe bikarin veberhênanê emcam bidin li hemû sektoran.
Kurdo Îhsan bal kişand ser wê yekê ku di çarçoveya plana stratejîk a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo berfirehkirina aboriyê, girîngiyeke mezin bi berhema navxweyî hatiye dayîn û karîne hinardeyî bajarên Iraqê û derve were kirin.
Herwiha eşkere kir ku li parêzgeha Duhokê çendîn kargeh di qonaxa temambûnê de ne, ji wan kargeha ava temateyên Duhokê, ku dê bibe sedema xizmeteke mezin di sektora çandiniyê de û ji bo firotina berhemên cotkaran û girîngîdana berhemên navxweyî, herwiha di demeke nêz de kargeha berhemanîna kelûpelên paqijkirinê li Duhokê tê vekirin.
Derbarê sektora geştyariyê de, Kurdo Îhsan diyar kir, çendîn deverên geştyariyê hene li Duhokê ku girîngiyeke mezin jê re hatiye dayîn, herwiha hewl didin bi rêya nasandina projeyên geştyariyê, bala geştyaran bikşînin ser parêzgeha Duhokê.