Serokwezîrekî Xweragir.. Çîroka rêveberî û serkeftina bi ser astengiyan de

Belgefîlmek çîroka neh salên Mesrûr Barzanî yên wek Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Kabîneya Nehem vedibêje û behsa wê yekê dike ku Mesrûr Barzanî kariye bi xweragirtin çendîn krîzên mezin derbas bike.

Hewlêr (K24) – Belgefîlmek çîroka neh salên Mesrûr Barzanî yên wek Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Kabîneya Nehem vedibêje û behsa wê yekê dike ku Mesrûr Barzanî kariye bi xweragirtin çendîn krîzên mezin derbas bike, pirsgirêk jî veguherandine derfetek ji bo bihêzkirina Kurdistanê.

Ew belgefîlm ji aliyê Nivîsgeha Destpêşxerî û Pêwendiyan a Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatiye amadekirin, şeva borî 10ê Tîrmeha 2023an li ser şeş kanalên satelîtê û zêdetirî 50 kanalên herêmî hate weşandin. Tê de amaje bi astengî û kêşeyên li pêşiya Mesrûr Barzanî dike, di heman demê de kar ji bo bihêzkirina asayîş û aştiyê bi rêya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dike. Piştre, di dema Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê de jî, hikûmeta wî rûbirûyê çendîn qeyranan bû, lê karîbû Kurdistanê bigihîne peravê ewle.

Rola Mesrûr Barzanî di rûbirûbûna DAIŞê de

Rêveberê Ofîsa Serokê Encûmena Wezîran Şaban Şaban Çalî di belgefîlmê de dibêje: “Min birêz Mesrûr Barzanî di dema aloziyan de dît. Weke mînak di şerê li dijî DAIŞê de ku gelek kes bêhêvî bûn û hêviya xwe jidest dan, metirsî hemû herêmê girtibû, cenabê wî bi hêviyeke mezin, bixwebawerî û wêrekiyeke mezin hat meydanê û Encûmena Asayîşê kir navenda birêvebirina şerê li dijî DAIŞê.”

Mesrûr Barzanî di dema şerê dijî DAIŞê de roleke stratejîk lîst di hevahengiya navbera Hevpeymanan û Hêzên Pêşmerge de, wan rojên ku DAIŞê sê parêzgeh û çendîn navçe kontrol kiribûn û bûbû metirsî li ser Kurdistan û navçe û cîhanê, Mesrûr Barzanî bi piştevaniya Pêşmerge û Hêzên Hevpeymanan, êrîşên DAIŞê têk birin, ew jî di encama wê plan û nexşeya serbazî ya li Encûmena Asayîşa Kurdistanê bû, ku pişta xwe bi ferman û rênimayên Serok Mesûd Barzanî ve girê dabû.

Di belgefîlmê de Fermandarê Hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî behsa wan rojan dike ku Mesrûr Barzan, di eniyên şerê dijî DAIŞê de çek hilgirtiye û dibêje: “Di wê demê de ku gelek alozî dirust bûbû, êrîşa DAIŞê gelek bihêz bû, Şingal û cihên din ketin destê wan, Serokwezîr derket ku wek Pêşmergeyek tifing hilgirtibû, wek Pêşmerge û fermandarek di nav şerên mezin de bû, wê jî hêz û bawerî û moral da me, ew yek jî nîşanî me da ku ji bilî berxwedanê, ti reyeke din li ber Pêşmerge û fermandaran de tune ye.”

Mesrûr Barzanî li jêr fermandariya Serok Mesûd Barzanî, ji bilî wê yekê ku DAIŞ têk birin, di heman demê de bûn sedema wê yekê ku navê Pêşmerge li cîhanê were nasîn û serkirdeyên cîhanî neçar bin ku di gotarên xwe de balê bikşîin ser rol û pêgeha Pêşmerge di parastina asayîşa cîhanê de.

Pêngavên Mesrûr Barzanî ji bo derbasbûna qeyranan û ji bo çaksaziyê

Di encama bawerbûna bi demokrasiyê de, tevî ku çendîn qeyran li holê bûn, roja 30ê Îlona 2018an, hilbijartinên xula pêncem a Parlamentoya Kurdistanê birêve çû, Partiya Demokrat a Kurdistanê ku xwediyê piraniya kursiyên parlamentoyê bû, ligel YNK û Goran û çend aliyên din, hikûmeta hevpeymaniyê pêk anîn û Mesrûr Barzanî ji ber şiyan û jêhatîbûna xwe ya di rûbirûbûna erkên dijwar de, ji bo pêkanîna Kabîneya Nehem a Hikûmetê hat raspartin û di roka 10ê Tîrmeha 2019an de bi piraniya dengan li parlamentoyê bawerî jê re hat dayîn.

Mesrûr Barzanî bi vîzyoneke zelal û karnameyeke dewlemend, mil da berpirsyariyeke giran a hikûmetê, ku bi qasî 32 milyar dolar deyndar bû, tevî hebûna hejmareke mezin a kêşe û qeyranên çaresernekirî û bargiraniyan.

Yekem pêngava Serokwezîrê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rûbirûbûba şêweyên ciyawaz ên gendelî û cîbicîkirina vîzyonên serokwezîr ji bo çaksazîkirinê bû, li ser vê mijarê jî, Rêveberê Ofîsa Serokê Encûmena Wezîran dibêje: “Cenabê wî ligel wê yekê bû ku zemîna dirustbûna gendeliyê nehêle, divê vî erdî wisa bikin ku gendelî tê re derbas nebe, gelek kes şahidiya vê yekê dikin, piştî destbikarkirina vê kabîneyê tirsek dirust bû ku dest bo gendeliyê neyê dirêjkirin, heta asteke bilind rêjeya gendeliyê kêm bûye.”

Qeyranên nû nekarîn pêngavên çaksaziyê rabigrin

Tevî qeyranên kevn, komek qeyranên nû derketin ber Kabîneya Nehem a Hikûmetê, ku ji bo welatên bihêz jî dijwar bû, wek derketina vîrusa Koronayê, lê belê Serokwezîr bi xemxurî xebitî, da ku Herêma Kurdistanê li hember wan qonaxên dijwar de dimîne û kariye bi kêmtirîn ziyanên giyanî û maddî, Herêma Kurdistanê di vê qonaxê re derbas bike.

Bandora sereke ya Koronayê jî daketine bihayê petrolê bû li bazarên cîhanê, ku nirxê xwe yê herî nizm tomar kir di dîroka xwe de, ew jî di demekê de bû ku tenê petrol çavkaniya dahata Herêma Kurdistanê bû, lê belê Kabîneya Nehem karî mafên darayî yên mûçexuran dabîn bike li gor wê dahata ku hebû, bêyî ku mûçe paş bikeve.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah di belgefîlmê de destnîşan kir: “Tevî hemû qeyranan, Birêz Serokwezîr xwest mûçe mehane di dema xwe de were dayîn, gelek caran hemû alî û wezaretan, rêya çareyê ji wan re nedima ji bo çareseriyê, lê belê ew bi xwe (Mesrûr Barzanî) dihate ser xetê, da ku mûçe were çareserkirin û me jî karî ku em peyam û sozên Serokwezîr cîbicî bikin.”

Guherîna keş û hewayê û hişkesalî û lehî, du qeyranên din ên kabîneyê bûn, ku Serokwezîr bi xwe bi awayekî meydanî diçû cihên ziyandîtî, ji bo dîtina çareseriyê, piştre ji ber plan û hewlan jî di sala 2023an de, tevî ku du qat sala pêştir baran barî, lê lehî ranebû, ti ziyanek jî nekete ber welatiyan.

Çaksaziyan Herêma Kurdistanê gihande qonaxeke nû

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hinava kêşeyên çînên cuda de jî karî çareseriyê bibîne, bi taybetî ku cotkar ji ber nefirotina berhemên xwe di rewşeke dijwar de bûn, lê belê Serokwezîr bi rêya proje û dîtina bazaran, xemên cotkaran hilgirt û cara yekem bi awayekî serkeftî berhemên çandiniyê yên navxwe hinardeyî derve hatin kirin, ke bûye çavkaniyeke din a dahatê, ji ber ku girîngîdana bi çandiniyê beşek e ji stratejiya kabîneyê ji bo cûrbicûrkirina dahatê.

Ji bo bidawîanîna dorgirtina xanenişînan di germahî û sermahiyê de, Serokwezîr projeya Hejmara Min ragihand ji bo damezrandina sîstemeke bankî ya pêşketî ya elektronîk.

Bi mebesta kêmkirina bûyerên hatûçûnê û qurbaniyên wê, çendîn cade û rêyên nû di navbera bajaran de hatin dirustkirin, bûn bingeha bihêzkirina jêrxana Herêmê, xerciyên herî zêde yên kabîneyê ji bo dirustkirina rêyan bûn.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî karî pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bigihîne qonaxeke yasayî û destûrî, di vê çarçoveyê de jî rêkeftina navbera herdu aliyan bi fermî hat îmzekirin.