Li Çewligê bûyera trafîkê: Mirî û birîndar hene
Li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Roja Pêncşemê 13ê Tîrmeha 2023an li parêzgeha Çewligê otomobîla ku welatiyê bi nave Niyazî Kîşî diajot li ser rêya sereke ya Çewlig-Elezîzê ji rê derket û qulibî.
Hat ragihandin ku di bûyerê de şofêrê otomobîlê, tevî 2 kesên din birîndar bûne.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê, lê şofêrê otomobîlê Niyazî Kîşî tevî hewldanên bijîşkan, canê xwe ji dest da.