Erdogan: Şeva 15'ê Tîrmehê me hemûyan bi hev re dastanek nivîsand

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, şeva 15'ê Tîrmeha 2016an, nîşanî dagirker û derbekaran da ku ti alî nikare Tirkiyê radest bigre. Erdogan dibêje, 15'ê Tîrmehê xaleke werçerxanê ya dîroka Tirkiyê ye.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di 7emîn hewla derbeya leşkerî de got: “Di dîroka miletan de hin xalên werçerxanê hene, 15'ê Tîrmehê jî xaleke wiha ye. Hezar sal in em dixwazin axa Anatolya bo xwe bikin welat û du sedsal in jî şerê man û nemanê didin. Şeva 15'ê Tîrmehê me tenê hewleke xwînî ya derbeyê têkneşikand, heman demê me hemûyan bi hev re dastanek nivîsand.”
Erdogan got jî: “Me nîşan da ku îradeya milî bi tank û top û firokeyan naye girtin. Me careke din nîşanî dagîrkeran da ku kes nikare Tirkiyê radest bigre.”
Her wiha got: “Ez hemû lehengên ku ji bo xatirê welatê me şehîd bûne bi minetdarî bibîr tînim. Di wê şeva ku gel bi biryar û îradeya xwe ya neteweyî serxwebûna xwe rizgar kir, me zanî ku kî li ku rawestiyaye.”
Erdogan got jî: “Me ragihand ku bi tank, top, tifing û firokeyên ku bombeyan li sivîlan dibarînin, îradeya neteweyî teslîm nabe. Miletê me yê ezîz ku armanc, wijdan, dilxweşî û êşa wî yek e, li hember xayinan bi bihayê canê xwe wek yek eniyek rawestiyaye. Heta ku ev eniya ku Tirkiye ji hewldana dagirkeriyê rizgar kiriye hebe, kes nikare vîna gelê me bi zincîr bike. 15’ê Tîrmehê di serî de li dijî me û hikûmeta me bû, lê muxatabê sereke yê 15’ê Tîrmehê gel bû.”
Destnîşan kir jî: “Em teslîmî fêlbazên FETOîst nebûn. Ez ji we re vekirî bêjim, yên ku ruhê 15’ê Tîrmehê fam nekin, nikarin Çanakkale, Sakarya û Dumlupınar jî fêm bikin. Ti kes wê nikaribe 15’ê Tîrmehê xira bike. Em ê nehêlin 15’ê Tîrmehê bê kêmkirin.”