Nivîskar û helbestvan Evîndarê Xemgîn koça dawiyê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar û helbestvanê Kurd Mehmûd Sebrî (Evîndarê Xemgîn) şeva borî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di temenê 86 saliyê de koça dawiyê kir.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand, “Bi dilek xemgîn û kovan me nûçeya koça dawî ya nivîskar û helbestvanê Kurd Mehmûd Sebrî (Evîndarê Xemgîn), endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê wergirt, bi vê helkefta xemgîn û bi êş, em sersaxiyê ji malbata wî û hemû endamên Yekîtiyê, û gelê me yê Kurd re dixwazin.”
Nivîskar Mehmûd Sebrî (Evîndarê Xemgîn) sala 1937an li gundê Çetela Kîkan yê ser bi Dirbêsiyê ve jidayîk bûye, zarokîniya xwe li gundê Melek, devera Dirbêsiyê – derbas kiriye. Di heftsaliya xwe de li cem melayê gund fêrî xwendina Erebî bûye.
Di sala 1965an de bawernameya Bekelorya bidest xistiye, sala 1970î jî bawernameya Lîsansê ji zanîngeha Şamê, beşê mafnasî û yasayê bidest xistiye.
Mehmûd Sebrî Sernivîserê Govara Xunav bû, û endamê Komîta Amedekar ya Mihrecana Helbesta Kurdî bû û hem jî endamê Komîta Rexnegeriya Helbestan bû û 10 dîwan û berhemên bi Kurdî çap kiribûn.