Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Stockholmê kar û çalakiyên xwe rawestand
Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, piştî rêkarên Hikûmeta Federal û Wezareta Derve ya Iraqê, kar û çalakiyên Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Stockholmê hat rawestandin.

Hewlêr (K24) – Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, piştî rêkarên Hikûmeta Federal û Wezareta Derve ya Iraqê, kar û çalakiyên Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Stockholmê hat rawestandin.
Îro Pêncşemê 20ê Tîrmeha 2023an, Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: “Fermangeha Pêwendiyên Derve bêrêziya cara duyem a li hember Qurana Pîroz bi tundî şermezar dike, ku li Stockholma peytexta Swêdê hat kirin, herwiha êrîşkirina ser Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê şermezar dike ku ev jî li dijî urf û yasayên navdewletî û rêkeftina sala 1961m ya Viyenayê ye.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Piştî rêkarên Hikûmeta Federal û Wezareta Derve ya Iraqê, Fermangeha Pêwendiyên Derve jî, rawestandina kar û çalakiyên Nûnertiya Hikûmetê ya li Stockholmê radigihîne.”
Îro Pêncşemê, Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî ragihand, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji Wezareta Derve daxwaz kiriye ku berpirsê karûbarên Balyozxaneya Iraqê ya li Stockholma paytexta Swêdê vekişîne û daxwaz ji Balyozê Swêdê yê li Bexdayê kir, ji Iraqê derkeve, wek bersivek li hember dubarebûna destûra hikûmeta Swêdê bi şewitandina Qurana Pîroz û zirargihandina pîroziyên Îslamê û şewitandina ala Iraqê.