Li Qersê basa rêwiyan wergeriya: Mirî û birîndar hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qersê baseke rêwiyan ji pirekê ku 50 metreyan bilind e ket û hejmareke mezin ji rêwiyan canê xwe ji dest dane û birîndar bûn.
Baseke rêwiyan ku ji bajarê Erziromê birê ketibû, li bajarokê Qamûşan ê ser bi Qersê ji pirek ku 50 metroyan bilind e, kete newalekê.
Li gor zanyariyên destpêkê, 7 kesan canê xwe ji dest dane û 22 kesên din jî birîndar bûne.
Hejmareke mezin ji tîmên hawarçûnê û ewlekariyê bo cihê bûyerê hatine veguhestin û hewl hate dayîn ku mirî û birîndar ji pasê bêne derxistin.