Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Fuad Masûm kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Serokomarê berê yê Iraqê Fuad Masûm kir û ji ber koça dawî ya hevjîna wî, sersaxî jê re xwest.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Serokomarê berê yê Iraqê Fuad Masûm kir û ji ber koça dawî ya hevjîna wî, sersaxî jê re xwest.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Birêz Dr. Fuad Masûm

Bi xemgîniyê ve, min agahiya koça dawî ya hevjîna cenabê we, rehmetî Rûnak Ebdulwahîd bihîst.

Ez sersaxiyê li malbata cenabê we dikim û ez xwe hevbeşê xema we dizanim.

Xwedayê dilovan, giyanê wê bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide we.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Fly Erbil Advertisment