Pispor: Serdana Fîdan bo Iraq û Herêma Kurdistanê dê bi xwe re rêze serdanên girîng jî bîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye piştî serdanên xwe yên bo welatên Kendavê, niha jî hewl dide bi her awayî bi welatên cîran re pêwendiyên xwe xurt bike. Ji ber vê çendê Wezîrê Derve yê Tirkiyê yekem car serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dike. Pispor û şarezayên babatê dibêjin, serdana Fîdan dê bi xwe re rêze serdanên girîng jî bîne û di gelek mijaran de dê gavên berbiçav bê avêtin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, wek wezîr yekem serdana xwe ya bo Herêma Kurdistan û Iraqê pêk tîne. Tê çaverêkirin Hakan Fîdan di serdana xwe 23 û 24ê Tebaxê ya bo Bexdayê de dê li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re bicive. Piştî serdana Bexdayê di serdana xwe ya bo Hewlêrê de jî tê plankirin ku Fîdan li gel serok Mesud Barzanî, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê hikûmeta herêma Kuridstanê Mezrur Barzanî re hevdîtinên girîng pêk bîne.Pisporên rewşê dişopînin diyar dikin ku ev serdana Hakan Fîdan destpêka reze hevdîtinane û çend mijarên sereke hene ku dê bên nirxandin.

Kordînatorê Lêkolînên Iraqê yê saziya Orsamê Bîlgay Duman ji K24ê re got: “Serdana Hakan Fidan dê bibe destpêka rêze serdanan. Pîştî Hakan Fîdan, Wezîrê Bazirganiya Tirkiyê û herî dawî jî plan ev e ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan serdana Bexda û Hewlêrê bike. Ji bo veguhestina petrole dê hevdîtineke girîng ya sêalî bê kirin. Hebûna PKKê ya li herêmê, xurtkirina bazirganiya navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê û mijara avê jî dê berfirehî bê nirxandin. Armanc ev e ku di warê bazirganî, aborî, enerjî û ewlehiyê de mekanîzmeya sêalî ya heyî bê xurtkirin.”

Şarezayên babetê jî amaje pê dikin ku Tirkiye bi welatên cîran re bi serkêşiya Hakan Fîdan dixwaze hevkariyên xwe berfireh bike û Taybetî serdana Hewlêrê girîngtir e bo Tirkiyê.

Pisporê Rojhilata Navîn yê Saziya SETA Can Acun dibêje: “Bêgûman serdana Hakan Fîdan ya bo Hewlêrê hê bi wate û girîngtir e. Taybetî xurtkirina pêwendiyên heyî yên Enqere û Hewlêrê ji bo çareserkirina kêşeyên li qadê jî girîng e. Bi serdana Hewlêrê veguhestina Petrola Kurdan li ser Tirkiyê dê careke din dest pê bike û ev yek dê berjevendiya Enqere, Hewlêr û Bexdayê de be. Hakan Fîdan ev bi salan e bi rayedarên Hewlêr û Bexdayê re di nava pêwendiyan de ye û dixwaze bi her awayî heyameke nû bi Hewlêr û Bexda re bide destpêkirin.”

Herî dawî di sala 2019an de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê yê wê heyamê Mevlut Çavişoglu jî serdana Kurdistan û Iraq ê kiribû û di vê serdanê de jî biryar hatibû dayîn qebareya bazirganiya navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de bigehêje 20 milyar dolarî.