Kurdistan24 dîsa yekem e

Medyaya civakî ya Kurdistan24ê li ser asta temaşekirina vîdeoyên li tora civakî ya Facebookê, rekorek tomar kir û careke din pileya yekem bi dest xist.

Hewlêr (K24) – Medyaya civakî ya Kurdistan24ê li ser asta temaşekirina vîdeoyên li tora civakî ya Facebookê, rekorek tomar kir û careke din pileya yekem bi dest xist.

Li gor datayên fermî yên kompaniya Metayê, di du hefteyên borî de rûpela sereke ya Kurdistan24ê li ser asta medyayên Herêma Kurdistanê û navçeyê gelek hatiye temaşekirin, bi awayekî ku tenê di du hefteyan de vîdeoyên Kurdistan24ê, zêdetirî 138 milyon car hatine temaşekirin.

Herwiha li gor datayên Metayê, ew vîdeoyên ku di nava 14 rojên borî de (9-22ê Tebaxê) li rûpela sereke ya Kurdistanê hatine belavkirin, zêdetirî 117 hezar car ji aliyê bikarhênerên Facebookê ve hatine parvekirin.

Piraniya vîdeoyên rûpela sereke ya Kurdistan24ê, berhemên navxwe yên kanala Kurdistan24ê ne û vîdeoyên din ên giştî ne, ku bala temaşevanan kişandine û çavkaniya zanyariyên bikarhênerên medyaya civakî ye.

Vîdeoyên rûpela sereke ya Kurdistan24ê sînor derbar kirine, ji bilî ku li her çar parçeyên Kurdistanê, li ser asta welatên cîhanê, vîdeoyên ku belav dike, têne temaşekirin û bikarhênerên Facebookê parve dikin, ev jî wê yekê nîşan dide ku karkirina profesyonel a Kurdistan24ê wek dezgeheke medyayî ber bi asta cîhanî pêngavên dirust diavêje.

Tevî ku Kurdistan24 li gor rûpelên medyayên din ên Herêma Kurdistanê û navçeyê, temenê wî pir nîne, lê ev cara yekem nîne ku dibe pêşeng, herwiha ji 20ê Tîrmehê heta 2ê Tebaxê, vîdeoyên Kurdistan24ê zêdetirî 154 milyon hatin temaşkirin, ev jî wê yekê dide nîşandan ku berhemên Kurdistan24ê, bi awayekî berdewam bala gelek kesan dikşîne.

Kurdistan24 hewl dide ligel xwe navê Kurdistanê bi cîhanê bide nasandin, wek çawa li gor prensîpa "berpirsyariya civakî", erkên xwe yên pîşeyî li hember niştiman, takekesên civakê û azadiyên takekesî bi cih digihîne.