Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Tirkiye dinêre
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pênçşemê 24.08.2023 pêşwaziya Wezîrê Derveyê Tirkiye Hakan Fidan kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de peywendiyên Tirkiye li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û warên alîkariyên hevbeşa di navbera wan, peywendî û kêşeyên Hewlêr ـ Bexda û guftûgoya çareserkirina wan, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî guftûgo kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bilî derbirîna xweşhaliya bi vê serdanê, tekez kir ku Herêma Kurdistanê bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Tirkiye dinêre ku berjewendiya hevbeşa aborî, bazirganî û emnî wan bi pêkve dibeste û amadeye li hemû waran da peywendiyên Hewlêr – Enqere pêş bixe. Her wiha spasî Tirkiye ya ji bo piştgîriya li Herêma Kurdistanê ya li hemû waran de kir û bi taybetî di demên dijwar da û balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê tu demekê piştgîrî û hevkariyên Tirkiye ji bîr nake.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derveyê Tirkiye tekez li wê yekê kir ku Tirkiye girîngiyekî taybet bi peywendiyên xwe yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dide û Bexda û Hewlêr girîngiyekî taybetî ji bo Tirkiye heye. Rêzdar pesnê aramiya Hewlêr û Herêma Kurdistanê kir û amadehiya welatê xwe ji bo berfirehkirina peywendiyan û alîkariya hevbeşa di navbera her du aliyan ya li hemû waran da derbirî. Her wiha spasiya rola Serok Nêçîrvan Barzanî ya li pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Tirkiye kir.
Di mijareke din a civînê de bi girîngiyê ve behsa pirsa henardekirina nefta Herêma Kurdistanê li rêya bendera Ceyhana Tirkiyê ve kirin û li vî warî de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsekî dinê ku ji bo her du aliyan girîng bû xistin ber behs û guftûgoyan.