Dronên Tirkiyê navçeya Sîdekan kirin armanc

Firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê devera Biradost bombebaran kirin û di encamê de 3 çekdarên PKKê hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Hewlêr (K24) – Firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê devera Biradost bombebaran kirin û di encamê de 3 çekdarên PKKê hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Îro Pêncşemê 24ê Tebaxa 2023an, Qaymeqamê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Kurdistan24ê re ragihand, îro di demjimêr 16:45 xulekan de, firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê devera Biradost kirin armanc.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, çar çekdarên PKKê piştî ku hîs kirine ku firoke çavdêriya wan dikin, xwe gihandine jêr konên du malbatan û firokeyên Tirkiyê her du konan bombebaran kirine û di encamê de sê çekdar hatine kuştin û yek jî bi giranî birîndar bûne.

Li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, îro di demjimêr 16:30 xulekan de, firokeyên bêfirokevan ên artêşa Tirkiyê konek li zozanên Mêrgemêr a ser bi qezaya Sîdekan a Hewlêrê bombebaran kirine û di encamê de 2 berpirsên PKKê û 2 kesên ji tîma bijîşkî û hawarçûnê ya PKKê hatine kuştin.