Kurdî di sepana 6 zimanî ya Sîstema E-Reçetem de cih nagire

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, di nivîsandina reçeteya nexweşan de pênc zimanên din yên biyanî zêde kirin. Di nava wan de Kurdî nîne.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca da xuyakirin, li ser sîstema E-Reçetem zimanên îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî hatine zêdekirin.

Li ser biryarê, Serokê Komeleya Çareserî ya Dermansazan Mîraç Laçin Ulux da xuyakirin, bi milyonan kes di jiyane rojana û nava malbatê de Kurdî diaxivin, lê şûna zêdekirina bijardeya zimanê Kurdî, zimanên biyanî hatine zêdekirin.

Partiya Demokratîka Gelan (HDP) jî, rexne li Wezîrê Tendirustiyê Fexredîn Koca digre ku bi xwe jî Kurd e û dibêje: “Ti carê hûn xwedî li zimanê xwe derneketine.” Herwiha bang li desthilatê dike cudahiyê nexin nava civakê.