Nêzîkî milyarek dînar ji bo encamdana hejmarek projeyan li Pênciwênê hat terxankirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê rizamendî li ser terxankirina nêzîkî milyarek dînar ji bo encamdana hejmarek proje li sînorê qezaya Pênciwênê, nîşan da.

Hewlêr (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê rizamendî li ser terxankirina nêzîkî milyarek dînar ji bo encamdana hejmarek proje li sînorê qezaya Pênciwênê, nîşan da.

Li gor nivîsekê ku îmzeya Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Awat Cenab Nûrî li ser e û arasteyî Rêveberiya Gencîneya Silêmaniyê hatiye kirin, tê de rizamendî li ser terxankirina 936 milyon û 795 hezar dînar ji bo hejmarek projeyên li sînorê qezaya Pênciwênê nîşan da.

Îro Duşemê 28ê Tebaxa 2023an, Qaymeqamê Pênciwênê Zana Rehman terxankirina wê budceyê ji bo projeyên Pênciwênê ji Kurdistan24ê re piştrast kir û ragihand: “Êdî pêwîst e wezaretên pêwendîdar bêne ser xetê û banka herêmî jî pereyê neqîd dabîn bike. Eger pereyê neqîd dabîn neke, ev dê wek hejmar bimîne.”

Qîrkirina rêya gundê Wêne yê li nahiya Germikê bi qasî 357milyon û 60 hezar dînar bi dirêjahiya 3.6 kîlometre yek ji wan projeyan e.

Herwiha projeya konkirêtkirina rêyên hevraz ên gundê Kolîtan li nahiya Nalparêz bi dirêjahiya 0.4 kîlometre projeyeke din e ku 91 milyon û 670 hezar dînar jê re tê terxankirin.

Çêkirina rêya sereke ya ji Pira Nalparêz heta Pênciwênê jî bi qasî 69 milyon û 834 hezar dînar jê re hatiye terxankirin, ku bi dirêjiya 13.4 kîlometre tê encamdan.