Sibe cenazeyê Metran Reban li gundê Kanê tê veşartin
Kesayetê diyar ê Krîstiyanan û metranê berê yê Dêra Kildanî yê li Duhokê Metran Reban El Qes, di temenê xwe yê 74 salî de li Nexweşxaneya Azadî ya Duhokê koça dawî kir.
Duhok (K24) – Kesayetê diyar ê Krîstiyanan û metranê berê yê Dêra Kildanî yê li Duhokê Metran Reban El Qes, di temenê xwe yê 74 salî de li Nexweşxaneya Azadî ya Duhokê koça dawî kir.
Metran Reban El Qes di sala 1949an de li gundê Kanê yê ser bi qezaya Amêdiyê jidayîk bûye û nêzîkî 50 sal keşe bûye û ji sala 2002an ve bûye metran.
Metran Reban kesayetekî Kildanî ye û di nav hemû pêkhate û olan de, rêza wî ya taybet hebû û bêyî ku bala xwe bide aliyê olî, destê hejaran digirt.
Reban El Qes çend roj in li Nexweşxaneya Azadî ya li Duhokê di jêr çavdêriya hûr de bû, îro di temenê xwe yê 74 salî de koça dawî kir.
Serok Barzanî sersaxî li malbata Metran Reban El-Qes kir û got: “Roleke wî ya berçav di belavkirina çanda pêkvejiyana olî û netewî li Kurdistanê û piştgiriya doza rewa ya gelê Kurdistanê de hebû.”
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî pirsnameyek ji bo koça dawî ya Metran Reban El-Qes araste kir û ragihand, mirovekî niştimanperwer û dakokîkarekî bihêz ê Kurdistanê û bi taybetî kultûra pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda yên Kurdistanê bû.
Biryar e sibe roja Sêşemê 29ê Tebaxa 2023an, di merasîmeke taybetde li gundê Kanê were veşartin.