Hêzeke Artêşa Iraqê avête ser gundekî Kerkûkê

"Bêyî agahdarkirina xelkê, li nav gund belav bûne û tirs li cem nişteciyên gund dirust kirine."

Kerkûk (K24) – Hêzeke Artêşa Iraqê avête ser gundê Topzawe û bêyî agahdarkirina xelkê, li nav gund belav bûne û tirs li cem nişteciyên gund dirust kirine.

Êvara roja Duşemê 28ê Tebaxa 2023an, Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, hêzeke Firqeya 11 ya Artêşa Iraqê bi çek û keresteyên serbazî avêtine ser gundê Topzawe û çûne nav hola Enfalê ya gund û dixwazin dagîr bikin.

Ji aliyê xwe, beşek ji nişteciyên gund ji Kurdistan24ê re ragihand, ew hêz niha bi Hummer û çekan, li nav gund belav bûne.

Li gor gotina nişteciyên gund, hatina wê hêza Artêşa Iraqê bi mebesta dagîrkirina zeviyên gundê wan e, ku demek beriya niha Wezareta Berevaniyê ya Iraqê xwestibû dagîr bike.

Gundê Topzawe dikeve başûrê Kerkûkê û nişteciyên gund Kurd in û xwediyê resen ê zeviyên çandiniyê yên navçeyê ne, çendîn car in piştî bûyerên 16ê Cotmehê ve ji aliyê Artêşa Iraqê ve zext li wan tê kirin gund vala bikin.

 

Fly Erbil Advertisment