Nişteciyên sînorê Madeya 140 pesnê Hikûmeta Herêma Kurdistanê didin

Navçeya Madeya 140 a li bakurê parêzgeha Neynewa, ew cihê ku li jêr çavdêriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, bi gotina niştecihên wê, Hikûmeta Herêmê hemû xizmetguzariyan ji bo wan dabîn kirine.

Neynewa (K24) – Navçeya Madeya 140 a li bakurê parêzgeha Neynewa, ew cihê ku li jêr çavdêriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, bi gotina niştecihên wê, Hikûmeta Herêmê hemû xizmetguzariyan ji bo wan dabîn kirine û ti kêmasiyên wan tune ye.

Mihemed Burhan ku karê şivaniyê dike, ji Kurdistan24ê re ragihand: “Karê me li vê deverê ajeldarî ye û ti cudahiyek di navbera me û birayên me yên Kurd de tune, di vê navçeyê de ewlehî û asayîş berqerar e.”

Li aliyê din welatiyê bi navê Xeldûn Ebdulkerîm diyar kir, em gelek spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ti kêmasiyek li me nekiriye, hemû pêwîstî ji bo me dabîn kirine.

Welatiyekî din ê bi navê Mehmûd Qasim ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Spas ji bo Xweda niha ewlehî û asayîş heye, xizmetguzarî jî ji bo van navçeyan hatine dabînkirin û ti kêmasiyek nehatiye kirin.”

Her çiqas di şerê terorîstên DAIŞê de zirar û ziyaneke mezin li ber wan navçeyan ketibûn, lê belê piştî vegera Pêşmergeyê Kurdistanê bo wan navçeyan, êdî pêşkêşkirina xizmetguzariyan bo nişteciyên wan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve dest pê kiriye.

Fly Erbil Advertisment