Li 14 herêmên Şirnexê qedexe hate ragihandin

Qedexe
Qedexe

Navenda Nûçeyan (K24) – 14 herêmên Şirnexê bo cara duyem ji çûnûhatinê re bo heyama 15 rojan hate qedexekirin.

14 herêmên girêdayî bajarokên Cizîr, Silopî, Qileban, Basa û Beytûşebapê yên bi ser bajarê Şirnexê bi hinceta parastina ewlehiyê, bo cara duyem ji çûnûhatinê re hate qedexekirin.

Dema qedexeyê îro destpê dike û heta 15 rojan berdewam dibe.

Parêzgeha Şirnexê di 1ê Gulanê de jî li heman herêman qedexeya çûnûhatinê ji bo dema 15 rojan ragihandibû.