Li Rûsyayê helîkopter ket: 3 mirî
Li herêma Çelyabinskê ya Rûsyayê helîkoptera ji cûreya Mi-8 ket xwarê û 3 kesan canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li herêma Çelyabinskê ya Rûsyayê helîkoptera ji cûreya Mi-8 ket xwarê û 3 kesan canê xwe ji dest dan.
Li ser bûyera ketina Helîkopterê, Parêzgarê Çelyabinskê Aleksey Teksler daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Aleksey Teksler ragihand ku helîkoptera ji cûreya Mi-8 ya Servîsa Ewlehiya Federal a Rûsyayê li herêmê ket xwarê.
Di daxuyaniyê de Aleksey Teksler diyar kiriye ku li gor encamên destpêkê di bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest dane.
Di roja 27ê Tîrmeha 2023an de jî helîkopterek li herêma Altay a Rûsyayê ketibû xwarê û di encamê de 6 kes miribûn û 7 kes jî birîndar bûbûn.