Serokê şanda Parlamentoya Kanadayê pesnê aramiya Herêma Kurdistanê dide
“Dema hûn tên Herêma Kurdistanê hûn wisa hîs dikin ku weke hûn li Kanadayê ne, ewqas aram û seqamgîr e.”
Hewlêr (K24) – Serokê şanda Parlamentoya Kanadayê ku li Herêma Kurdistanê ye, ragihand; bi mebesta pêşvebirina pêwendiyên Ottawa û Hewlêrê hatine Herêma Kurdistanê û got: “Dema hûn tên Herêma Kurdistanê hûn wisa hîs dikin ku weke hûn li Kanadayê ne, ewqas aram û seqamgîr e.”
Îro Çarşemê 30ê Tebaxa 2023an, şandeke Parlamentoya Kanadayê bi serokatiya parlamenter Tom Kmiec gihişte bajarê Hewlêrê.
Tom Kmiec beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û ragihand: “Ev cara yekem e ku em wek Parlamentoya Kanadayê serdaneke wisa bo Herêma Kurdistanê encam didin û em dixwazin di hemû waran de pêwendiyên navbera Kanada û Herêma Kurdistanê pêşve bibin.”
Tom Kmiec diyar kir: “Di serdana me ya Herêma Kurdistanê de heta niha em ligel çendîn navendên civaka sivîl û saziyên sivîl û hikûmetê civiyan. Armanca ew e ku em saziyên hikûmetê yên Herêma Kurdistanê, partî û aliyên siyasî bêhtir nas bikin, kultûra Kurdistanê û dîroka wê bibînin û zanyariyên zêdetir bizanin.”
Parlamenterê Kanadayê herwiha destnîşan kir: “Li Kanadayê pêwendiyên me yên gelek baş bi Kurdan re hene û em bi awayekî berdewam di pêwendiyê de ne ligel dostên me yên Kurd û gotûbêj li ser kultûr, xwarin û adetên wan dikin. Birastî xelkekî mêvandost in û dema hûn ji Kanadayê têne Kurdistanê, dizanî xelkê Kurdistanê mêvandost in.”
Tom Kmiec dibêje: “Dema hûn tên Herêma Kurdistanê, wisa hîs dikin ku weke hûn li Kanadayê ne, wisa hîs dikin ku ji aliyê aramî û asayîşê ve Herêma Kurdistanê beşeke e ji Kanadayê, ku birastî ev peyameke gelek ciwan e ji bo hemû xelkê Kanadayê, him hikûmeta Kanadayê û him welatiyên sivîl, wisa dike ku bêne Herêma Kurdistanê.”