Li Hewlêrê zêdetir ji 100 kîlo madeyên hişbir hate desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Zêdetir ji 100 kîlogramên madeyên hişbir û 5 makîneyên qumarê ji aliyê asayîşa parêzgeha Hewlêrê ve hatin desteserkirin.
Rêveberiya Nehîştina Madeyên hişbir ragihand, 101 kîlogram Captagon, kîlo krîstal, eroîn û 5 makîneyên qumarê li parêzgeha Hewlêrê hatine desteserkirin.
Efserê di Rêveberiya Nehîştina Madeyên hişbir de Arkan Bîbanî di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, ew madeyên hişbir ji welatên cîran derbasî Herêma Kurdistanê dibin.
Derbarê gotegotên derbaskirina madeyên hişber bi dronan bo nav girtîgehên Herêma Kurdistanê de jî Arkan Bîbanî got, ev yek ji rastiyê dûr e û tiştekî wiha nîne.
Li gorî wî efserî, ji sedî 80 kesên ku madeyên hişbir bikar tînin di navbera 18 û 35 salî de ne. Îsal bikaranîna madyên hişbir di nav jinan de jî, ji sedî 10 zêde bûye.
Arkan Bîbanî got, li Herêma Kurdistanê ti laboratuar û zeviyên berhemanîna madeyên hişbir nînin, berî çend salan bûyerek rûdabû, ew jî zeviyek bû ku hat jinavbirin.