Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê
Ji ber koça dawî ya helbestvanê navdar ê Iraqê Kerîm Iraqî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir.
Hewlêr (K24) – Ji ber koça dawî ya helbestvanê navdar ê Iraqê Kerîm Iraqî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir.
Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Ez sersaxiyê li malbat û kesûkarên helbestvanê navdar ê Iraqê Kerîm Iraqî dikim û hevxemê wan im.
Xwedayê mezin giyanê rehmetî bi bihiştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbata cenabê wî û heval û nasên wî.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê