Kemal Mihemed: Me ji 26ê Hezîranê ve petrola xwe radestî Iraqê kiriye
Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed Salih ragihand: “Me ji 26ê Hezîranê ve petrola xwe radestî parzûngehên petrola Iraqê kiriye.”
Hewlêr (K24) – Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed Salih ragihand: “Me ji 26ê Hezîranê ve petrola xwe radestî parzûngehên petrola Iraqê kiriye.” Herwiha got: “Iraqê ji 2014an ve xwestiye kêşe ji bo proseya derxistina petrolê li Herêma Kurdistanê dirust bike.”
Kemal Mihemed Salih îro Duşemê 4ê Îlona 2023an, di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de ligel beşek ji endamên wê şanda Herêma Kurdistanê ku çend meh in ligel şanda hikûmeta Iraqê li ser mafên darayî yên Herêma Kurdistanê gotûbêj dikirin, ragihand ku Iraqê ji 2014an ve xwestiye kêşe ji bo proseya derxistina petrolê li Herêma Kurdistanê dirust bike.
Herwiha diyar kir, piştî biryara dadgeha navdewletî ya li Parîsê, hinardeya petrola Herêma Kurdistanê hat rawestandin û ev rawestandin di berjewendiya hikûmeta Iraqê de nîne, ku mehane 400 hezar bermîl petrol, ku eger bi 70 dolar jî were hîsabkirin, dike 850 milyon dolar ziyan.
Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî eşkere dike, ji 25ê Hezîranê ve, mehane 50 hezar heta 102 hezar bermîl petrol her roj radestî Bexdayê hatine kirin, bi giştî rojane 85 hezar bermîl petrol ji Bexdayê re hatine dayîn, lê belê ji wê demê heta niha yek dînar li hember wê petrola ku ji Bexdayê re hatine dayîn, nehatiye şandin.
Pêwîstiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabeşkirina mûçeyên mûçexur û fermanberan, mehane 940 milyar dînar e, heta niha weke pêwîst ew pere di dema xwe de negihiştiye ber dest.
Di 12ê Hezîrana 2023an de Parlamentoya Iraqê bi piraniya dengan projeyasaya budceya salên 2023, 2024 û 2025an pesend kir û piştî pesendkirina ji aliyê Serokomar û belavkirina di Rojnameya Fermî ya Iraqê de, dest bi cîbicîkirina wê hat kirin û ew budceya ku di nav yasayê de hatiye diyarkirin û aliyên siyasî li nav parlamentoyê li ser wê li hev kirin, negihiştiye Herêma Kurdistanê.