Li Zapê leşkerekî din ê Tirkiyê canê xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Zapê di encama teqînekê de leşkerî Tirkiyê hate kuştin û leşkerî din jî birîndar bû.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de belav kir û da zanîn ku li Zapê bomebaya ku ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye çandin, hat teqandin û di encamê de leşkerekî canê xwe jidest da û leşkerekî din jî birîndar bûye.

Artêşa Tirkiyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna çekdarên PKKê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.