Mesrûr Barzanî zeviyekê ji bo avakirina navendeke tenduristiyê li Şêxan terxan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî zeviyek ji bo avakirina navendeke tenduristiyê li qezaya Şêxan terxan dike.
Li gor daxuyaniya Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar daye, parçeyek ji zeviyên şaredariyê ji bo avakirina navendeke tenduristiyê li gundê Kîs Qela yê ser bi qezaya Şêxanê bê terxankirin.
Li gorî biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 2 hezar û 200 metre zevî ji bo avakirina navenda tenduristiyê li gundê Kîs Qela û derdora wê tê terxankirin.