Mûsa Ehmed: Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê li hember penaberan ne di asta berpirsyariyê de

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed ragihand, Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê li hember penaberan ne di asta berpirsyariyê de û ji dabînkirina pêwîstî û xizmetguzariyan xemsariyê dike.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed ji K24ê re ragihand, Wezareta Bazirganî ya Iraqê ji wê rêxistinê re gotiye, ew her mehê selikên xwarinê radestî Wezareta Koç û Koçberan dikin, lê Wezareta Koç û Koçberan di 9 mehên borî de tenê sê selikên xwarinê ji penaberan re şandiye.
Got jî: Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê li hember penaberan bi erkê xwe ranabe û di dabînkirina pêdawîstî û xizmetguzariyan de jî xemsariyê dike.
Mûsa Ehmed bang li hikûmeta Iraqê û Wezareta Koç û Koçberan kir ku pêdaçûnê di siyaseta xwe ya li hember penaberan de bikin.
Derbarê hejmara koçberan de jî Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî eşkere kir, heta niha yek milyon penaber li Herêma Kurdistanê mane û 35 kamp jî vekirî ne.
Mûsa Ehmed daxwaz ji rêxistin û dezgehên xêrxwazî yên navdewletî kirk u biryara xwe ya kêmkirina alîkariyên xwe ji bo penaberan binirxînin, ji ber ku heta ew li Herêma Kurdistanê bin, pêwîstiya wan bi alîkariyên berdewam heye.
Destnîşan kir jîm, sedem hene ku penaber venegerin warên xwe û hinek ji wan sedeman jî bi hêsanî nayin çareserkirin û ji pirsgirêkên penaberan bi xwe mezintir in.