14 herêmên Şirnexê wek “herêmên ewlekariya taybet” hatin ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Şirnexê ragihand ku 14 herêm ji bo 15 rojan weke “herêmên ewlekariya taybet” hatine ragihandin.

Di daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê hat gotin, ji bo babînkirina ewlekariya neteweyî, parastina nîzam û ewlehiya giştî, nehîştina tawanan, parastina maf û azadiyên bingehîn û ji bo pêşîgirtina li rûdana bûyerên tundiyê, 14 herêmên parêzgehê ji bo 15 rojan weke “herêmên ewlekariya taybet” hatine ragihandin.

Herêmên ku di biryarê de hatine diyarkirin, girêdayî bajarokên Cizîr, Silopî, Qileban, Basa û Alkê ne û ji îro û heta meha 27ê vê mehê çûnûhatin qedexe ye.

Parêzgeha Şirnexê di 29ê meha borî de jî li heman herêman qedexeya çûnûhatinê ji bo dema 15 rojan ragihandibû.