Rapora NYê: Grûpên çekdar di 6 mehên îsal de gelek binpêkirin li Heleb û Serê Kaniyê kirine

Komîteya Lêkolînê ya Serbixwe ya ser bi Netewên Yekgirtî di raporeke nû de dibêje, di 6 mehên destpêka îsal de, komên çekdar ên dijbereya Sûriyê gelek binpêkirin li gundewarê Helebê û Serê Kaniyê kirine.

Çekdarên Desteya Tehrîr El Şam
Çekdarên Desteya Tehrîr El Şam

Navenda Nûçeyan (K24) - Komîteya Lêkolînê ya Serbixwe ya ser bi Netewên Yekgirtî di raporeke nû de dibêje, di 6 mehên destpêka îsal de, komên çekdar ên dijbereya Sûriyê gelek binpêkirin li gundewarê Helebê û Serê Kaniyê kirine, ku Kurdan bi tometên pêwendiyê di gel HSD û YPG digrin û êşkence dikin. Herwiha gotiye, berpirsên Tirkiyê jî, destê wan di êşkencekirina Kurdan de li wê navçeyê heye.

Di raporeke nû de Komîteya Lêkolîna Serbixwe ya bi ser Netewên Yekgirtî ve dibêje, komên çekdar yên dijberiya Sûriyê li bakurê Sûriyê binpêkirinan di derheqê Kurdan de dikin û bi tometên cuda wan desteser û êşkence dikin.

Rapora Komîteya Lêkolîna Serbixwe behsa bûyerên di navbera yekê Kanûna Duyem heta Hezîrana 2023an de dike, li gor raporê, komên çekdar ên dijberiya Sûriyê li gundewarê Heleb û Serê Kaniyê kiriyarên xirab, êşkencekirin û  girtina bi zorê kirine û piraniya qurbaniyan jî Kurd in.

Herwiha belav kiriye, Kurdên têne girtin bi tometa peywendiya di gel Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têne girtin û di zindanan de rastî êşkenceyên xirab tên.

Komîte dibêje, ew di lêkolînên xwe de berdewam in derbarê bûyerên destrêjiya seksî û ji xeynî wê ji awayên tundiyê ku çekdarên dijberiya Sûriyê kirine.

Amaje bi wê yekî jî kiriye, ku berpirsên Tirkiyê jî destê wan di binpêkirinan de hene û efserên Tirk yên ku li wê navçeyê hatine erkdar kirin sivikatî bi girtiyên Kurd kirine û ew êşkence kirine.

Herwiha derbarê bûyera Newrozê û kuştina sê welatiyên Kurd li Cindirêsê jî dibêje, dibe ew kuştin bigihe asta tawana şer.