Cîgira Serokê Şandeya Parlamentoya Ewropayê bo Iraqê: Em lidûvçûnê ji bo kêşeya budceya Herêma Kurdistanê dikin
Bruksel (K24) – Li ser kêşeya budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê, şandeke Parlamentoya Ewropayê serdana Balyozxaneya Iraqê ya li Brukselê kir û li ser vê mijarê Cîgira Serokê Şandeya Parlamentoya Ewropayê bo Iraqê dibêje, lidûvçûnên bi hûrgilî ji bo kêşeya budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê dikin.
Li ser vê mijarê Cîgira Serokê Şandeya Parlamentoya Ewropayê bo Iraqê Abîr Sehlanî ji Kurdistan24ê re ragihand, li ser kêşeya budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê, serdana Balyozxaneya Iraqê ya li Brukselê dikin û lidûvçûna bi hûrgilî ji bo vê kêşeyê dikin.
Herwiha Cîgirê Duyem ê Serokê Şandeya Parlamentoya Ewropayê bo Iraqê Dominic Ruiz ji Kurdistan24ê re ragihand, ew daxwazê ji Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê dike, ji bo çareserkirina kêşeya budceyê, gotûbêjên zêdetir bikin.
Herwiha diyar kir, yek ji sedemên wê yekê ku Iraq dikare wisa tevbigere, dûrbûna navbera du hêzên sereke yên Kurdistanê ye.
Parlamentoya Ewropayê grûpên şanderên parlamenteran ji bo zêdetirî 40 welatan hene, di nav wan de 14 parlamenter ji bo Iraqê hatine diyarkirin, erkê van parlamenteran çavdêrîkirina rewşa siyasî û aborî ya Iraqê ye, bi taybetî di warên mafên miroan û azadî û proseya demokrasiyê de.
Her sê mehan carekê, ev grûp raporek li ser rewşa Iraqê amade dikin û pêşkêşî siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê dikin.